Şêniyên bajarokê Til Hemîsê bi boneya 10’emîn salvegera rizgarkirina bajarê xwe ji çeteyên DAIŞ’ê şahiyeke pîrozbahiyê li dar xistin.
Şahî bi amadebûna şêniyên bajêr, saziyên sivîl û leşkerî, nûnerên Rêveberiya Xweser, kongra Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk li dar ket.
Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir û piştre li ser navê hêzên leşkerî, Rêveberiya Xweser, rûspiyên herêmê û Partiya Yekîtiya Demokratîk axaftin hatin kirin.
Axêveran behsa berxwedana şêniyên bajarokê Til Hemîsê û Hêzên QSD a ji bo rizgarkirina Til Hemîsê ji destê DAIŞê, hat kirin.
Şahî bi pêşandana xelekên hunerî û gerandina dîlanan bi dawî bû.
