Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê biryar da ku zimanê kurdî di heftiyê de 3 saetan weke waneyên bijartî li dibistanan were fêrkirin.
Ev biryar rastî nerazîbûneke mezin tê û daxwaz tê kirin ku perwerde bi temamî û di hemû babetan de (wekî matematîk û zanyarî) bi zimanê kurdî be.
Malbatên şehîdan yên bajarê Qamişlo destnîşan kirin ku zimanê Kurdî beşek bingehîn ji nasnameya xwendekarên Kurd e û peydakirina derfetê ji bo perwerdehiya bi zimanê dayîkê pêwîstî ye.
