Şaredariya gel a Kantona Reqayê dest bi çaksazkirina kanalîzasyona devera Bazara El Hedîd kir.
Tîmên xebatê yên girêdayî Şaredariya Gel a Kantona Reqayê ji bo pêkanîna projeya şebekeya kanalîzasyonê ya li herêma Bazara El Hedîd a bakur-rojhilatê bajêr ber bi dawiyê ve diçin.
Serokê desteya karûbarên giştî ya Şaredariya Reqayê Husam Kalo ji Rojava Tv re ragihand ku kar li ser projeya bazara El Hedîd ji bo 2 qonaxan hat pêkanîn ku ew jî bi dirêjahiya 500 metreyan û qalindbûna 60 metreyan e.
Her wiha anî ziman ku kar û xebatên Rêveberiya Giştî ya Şaredariyê di sala 2025’an de berdewam dikin.
