endamê komîteya şopandinê ya saziya malbatên şehîdan Elî Oryan ji Rojava Tv re behsa têkoşîn û exlaqê tevgera azadiya kurdistanê PKK kir û tekez kir ku ew bi rê û rêbazên rêber Apo bawerin.
partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê li ser banga Aştî û civaka Demokratîk a rêber apo di navber 5 û 7’ê Gulanê de kongreya xwe ya 12’an li herêmên parastinê yên Medyayê lidarxist û xwe fesix kir, bi vê yekê PKK derbasî pêvajoyeke nû ya karê siyaseta demokratîk û sivîl bû.
kongrê PKK’ê û biryarên wê bû rojeva tevahî cîhanê û her ku diçe piştgiriya bi wê re zêdetir dibe.
têkildarî Kongreya 12’emîn a PKK’ê endamê komîteya şopandinê ya saziya malbatên şehîdan Elî Oryan ji Rojava Tv re behsa dîroka têkoşîn û exlaqê tevgera azadiya kurdistanê PKK kir.
Elî Oryan got, ew ji panga aştî û civaka demokratîk û rê û rêbazên Rêber APO bawerin.
tevî ku Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê çek danî û derbasî pêvajoya aştiyê bû jî, Lê dewleta Tirk a dagirker ji bo biserxistina pêvajoyê heya niha tu gav neavêtine û hîna jî êrîşên li ser çiyayên Kurdistanê dom dike.
