FIRNEYA TIŞRÎNÊ A YEDEK NAN JI XELKÊN REQAYÊ RE PÊŞKÊŞ DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Firneya Tişrîn ya Yedek a li kantona Reqayê, rojane 9 ton û 700 kîlo ard dike nan û ji bo gelê Reqayê , pêşkêş dike.
Firne rojane 9 saetan dixebite û pêdiviyên deverên mezin ên bajêr dabîn dike.
Her weha nanê ku tê hilberandin bi rêya 19 belavkaran dighîne gundên derdorê.
Firne bi sîstema hilberînê ya du xetan kar dike, her yek ji wan , 4 ton û 850 kîlo ard dike nan.
Firneya Tişrîn, derfeta kar ji 24 karkeran re peyda dike û di hefteyê de 6 rojan dixebite.

Share This Article