Jinên Reqayê piştevaniya biryara Rêveberiya Xweser ya darizandina çeteyên DAIŞ’ê dikin û dibêjin, divê Rêveberiya Xweser demildest dest bi dadgehkirina çeteyan bike.
Her wiha diyar dikin ku metirsiya çeteyên DAIŞ’ê li ser tevahî cîhanê heye.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja 10’ê Hezîranê ragihandibû ku ew ê dest bi darizandina çeteyên DAIŞ’ê bike.
Biryara Rêveberiya Xweser rastî pêşwaziyeke germ a welatiyan tê û daxwaz têne kirin ku pêvajoya dadgehkirinê demildest bê destpêkirin.
Têkildarî mijarê jinên bajarê Reqayê ku zirareke zêde ji çeteyên DAIŞ’ê dîtine, piştevaniya biryara Rêveberiya Xweser kirin.
Jinên Reqayê tekez dikin ku metirsiya DAIŞ’ê li ser tevahî cîhanê heye û pêwîst e demildest bêne dadgehkirin
Li gorî amarên Rêveberiya Xweser derdora 10 hezar girtiyên DAIŞ’ê yên ji welatên cuda di girtîgehên Rêveberiya Xweser de têne ragirtin û ew girtîgeh weke bombeyeke demkî li ber teqînê têne hejmartin
