ŞAREDARIYA HESEKÊ DEST BI ZIFTKIRINA RÊYÊN SEREKE Û ŞAXÎ YÊN BAJÊR KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Ji destpêka havînê ve, Şaredariya Hesekê li gelek rêyên bajêr dest bi karên ziftkirin û nûjenkirinê kiriye, bi armanca çareserkirina ziyanan û baştirkirina rewşa rêyan.

Şaredariya gel a bajarê Hesekê bi armanca çaksazkirin û başkirina rêyên bajêr, projeya ziftkirina rêyên sereke û şaxî da destpêkirin.

Li gorî aliyên eleqedar karên ziftkirinê li praniya taxên bajarê Hesekê bi dawî bûne û wê nêzî mehek din karê xwe dewam bikin heyanî ku rêyên mayî jî werin sererastkirin.

Li gorî endezyarê li ser projeya ziftkirinê disekine rûbera projeyê nêzî 20 hezar metrekabe û karker rojane ji 300 heya 400 metreyî kar dikin.

Share This Article