Li Şehba û Helebê şehîdên fermana 3’yê Tebaxê bi merasîmên cuda hatin bibîranîn.
Di çalakiyan de hate gotin, naskirina statuya Rêveberiya Xweser a Şengalê take rêya parastina civaka Êzidî ye.
Yekîtiya Êzidiyên Efrînê bi boneya 10’emîn salvegera jenosîda Şengalê, çalakiyek li bajarokê Ehdas yê Şehbayê li dar xist.
Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û şehîdên fermanê hatin bibîranîn. Her wiha sinivizyonek jî hate pêşandan.
Beşdarên çalakiyê gotin, armanca fermanê qirkirina civaka Êzidî bû.
