ENCUMENA CIWANÊN SÛRIYA DEMOKRATÎK ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Encumena Ciwanên Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî binesaziya herêmê şermezar kirin.
Encumena ciwanan dibêje, dewleta Tirk a dagirker bi van êrîşên xwe yasayên navdewletî bin pê dike.
Her wiha diyar dike ku Tirkiyê dixwaze hevgirtina gelê herêmê têk bibe.
Di beşekî din de encumena ciwanan tekez dike ku heta henaseya dawiyê ew ê li ber xwe bidin û projeya Rêveberiya Xweser biparêzin.
Di dawiyê de Encumena Ciwanên Sûriyeya Demokratîk bang li tevahî Sûriyan kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê li ber xwe bidin.

Share This Article