Li bajarê Dêrikê Peymangeha Bilind a Hunerê ya Rojavayê Kurdistanê bi her sê beşên xwe yên mûzîk, şano û sînemayê hat vekirin.
Di peymangehê de dê zêdetirî 70 xwendekar bi rêbazên akademîk yên modern bêne perwerdekirin û piştî derçûnê di saziyên Rêveberiya Xweser de bixebitin.
Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk bi hevkariya Desteya Çandê û Zanîngeha Rojava li bajarê Dêrikê bi şahiyeke girseyî Peymangeha Bilind a Hunerê ya Rojavayê Kurdistanê vekirin.
Peymangeh her sê beşên mûzîk, şano û sînemayê li xwe digre û ji bo sala yekemîn dê zêdetirî 70 xwendekar tê de bixwînin.
Di şahiya vekirinê de li ser navê tevgera çandê axaftin hatin kirin û peymangeh weke yek ji destkeftiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê hate binavkirin.
Hevserokê peymangehê Ciwan Îbrahîm ji Rojava TV re behsa mekanîzmeya xwendinê dike.
Xwendekarên Peymangeha Bilind a Hunerê ya Rojavayê Kurdistanê diyar kirin ku, ew bi vekirina peymangehê gelekî kêfxweş bûn.
Di şahiyê de komên hunerî jî berhemên xwe pêşkêş kirin û beşdaran jî li ber dîlan gerandin. Di dawiyê de dayîkên Şehîd Hevrîn û Ferhadan deriyê peymangehê bi tilîlîyan vekirin.
