Ofîsa peywendiyan ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) derbarê rewşa siyasî ya herî dawîyê de, civînek li Helebê li dar xist.
Bi dehan Endamên PYD’ê, parêzer û mafnasên kurd di civînê de amade bûn.
Di civînê de piştî deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan, Endamên PYD’ê derbrê rewşa herêmê bi taybet û rewşa Sûriyê bi giştî nirxandin kirin.
Beşdarên civînê jî pirsên xwe derbarê rewşa dawî ya Sûriyê û bi taybet Piştî Ketina Beşar El Esed kirin.
Civîn bi vekirina deriya nîqaş û gengeşeyê bi dawî bû.
