HIKUMETA ŞAMÊ DORPÊÇA LI SER KANTONA ŞEHBAYÊ GIRANTIR DIKE

Rojava Tv
2 Min Read

 

Têkildarî Dorpêça Hikumeta Şamê ya li ser Kantona Şehbayê û Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ,Şêniyên bajarê Qamişlo dibêjin ku armanca hikumeta Şamê ji dorpêçê ew e ku gel teslîmî polîtîkayên xwe yên qirêjî bike .

Her wiha anîn ziman ku Eger dorpêç berdewam bike dê karesetên Mirovî rû bidin .

firqeya 4 an a ser bi hêzên Hikûmeta Şamê ve dorpêça li ser herêma Şehba û her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê girantir kiriye .

Hikûmet rê nade ku madeyên weke sotemenî, derman û kelûpelên xwarinê derbasî van deveran bibin.

Li ser vê mijarê Şêniyên bajarê Qamişlo gotin ku Eger dorpêç berdewam bike dê karesetên Mirovî rû bidin .

Şêniyan tekez kirin ku hikumeta Şamê ji dorpêçê armanc dike ku gel teslîmî polîtîkayên xwe yên qirêjî bike .

Li aliyekî din Koçberê ji Efrrînê ku li Bajarê Qamişlo bi cih bûye dibêje Dorpêç nikare îrade û berxwedana wan têk bibe. Û ew ê heta rizgarkirina bajarê Efrînê li berxwe bidin.

Di 9 ê vê mehê de ji ber Dorpêçê Zarokê bi navê Reşmar Reşo yê 5 salî ku nexweşiya rebo pê re hebû, li ber jeneratorekê û li cihekî ne guncev oksîjenê dibir.

Li gorî malbata Reşmar Reşo ji ber dorpêça hikumeta şamê û nebûna mazotê ew nikarin zarokê xwe bibin bajêr, ji lewra li ser kehrebeya Jeneratorê oksîjenê didin zarokê xwe .

Share This Article