Pêşengê şoreşa Rojava, fermandar Nûredîn Sofî di salvegera 5’emîn a şehadeta xwe de, bi merasîmeke girseyî li goristana şehîd Delîl Saroxan ya bajarê Qamişlo hate bibîranîn.
Pêşengê şoreşa Rojava, xwediya ked û kespa 30 salan, fermandar Nûredîn Sofî di salvegera 5’emîn a şehadeta xwe de, bi merasîmeke girseyî hate bibîranîn.
Şervan û fermandarên ku li ber destên wî hatine perwerdekirin, heval û hevrêyên wî, tev li dora gor û giyanê wî civiyan û soza bilindkirina alaya wî dan.
Nûredîn Sofî li bajarê Qamişlo ji dayîl dibe, sala 1990’î dema ku xwendekarê zanîngehê ye, berê xwe dide çiyayên kurdistanê û li gelek qadan dixebite.
Dema ku zîlê şoreşa Rojava lê dide, berê xwe dide qada şoreşê û pêşengiyeke bêhempa ji hemû qadên şoreşê re dike.
