Rêveberiya Xweser 10’ê Hizêrana Îsal bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê di demeke nêzîk de dest bi dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê bike.
Derbar mijarê de de Abdullah El-Reca yê ji xelkê bajarê Tebqa û Endamê Encumena Giştî ya Partiya Sûriya Pêşrojê Îmad El-Yûsif ji RojavaTv re axivîn û gotin, biryara dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê gelekî girîng e.
10’ê Hizêranê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê di demeke nêzîk de dest bi dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê yên li gel wê girtî ne bike.
Rêveberiya Xweser bi israr e û beng li Civaka Naveneteweyî dike ku dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina DAIŞ’iyan ava bike.
Têkildarî mijarê Abdullah El-Reca yê ji xelkê bajarê Tebqa ji RojavaTV re axivî û got biryara dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê gelekî girîng e.
Dewleta Tirk a dagirker piştî vê biryara Rêveberiya Xweser bi hovîtîyeke mezin êrîşên xwe li dijî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kir, girêdayî vê mijarê jî Endamê Encumena Giştî ya Partiya Sûriya Pêşrojê Îmad El-Yûsif got çeteyên DAIŞ’ê yek ji berhemên dewleta Tirk a dagirker a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê di demeke nêz de dest bi dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê bike, ev yek jî li cem gelê herêmê û hemû pêkhateyan cihê kêfxweşiyê ye.
