Bi sedan şêniyên kantona Hesekê berê xwe dan Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê ya Hesekê û beşdarî merasîma xiyabî ya gerîlaya HPG ê Dîlan Eşref (Xwînda Dilbirîn) bûn.
Di merasîmê de endama rêveber a Encumena Malbatên Şehîdan a Hesekê Zozan Hesekê destnîşan bi berxwedana YJA-Starê û HPG′ê ya li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker kir û got ku Tu kes nikare li pêş vîn û hêza jinên azad ku di oxira azadî û rûmeta gelê xwe de tê dikoşin, bisekine.
Ji fermandarên YPJ ê Dilbirîn Kobanê jî got ku ji bo ku dewleta Tirk binkeftinên xwe veşêre, bi çekên qedexe êrîş dike.
Di dawiyê de endama Encumena Malbatên Şehîdan a Hesekê Rojda Ehmed wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir.
Xwînda Dilbirîn di 17′ê Hezîrana 2022′yan de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
