Ji bo teşwîqkirin û pêşxistina eleqeya ciwanan bi werzîşê re, Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kobaniyê pêşbirkek futbolê ya ciwanan li Kobanê li dar dixe.
Desteya Ciwanan û Werzîşê ya li Kobaniyê di 2ê Tebaxê de pêşbirkek futbolê ya ciwanan da destpêkirin, ku navê wê li ser navê şehîd “Çiya Kobanê” hatiye danîn.
Di pêşbirkê de 14 tîmên ji Kobaniyê beşdarî dibin û maç hemû li stadyuma Şehîd Bawer Agir a li navarasta bajêr” tên lidarxistin.
Desteya Ciwan û Werzîşê bi çalakiyên bi vî rengî hewl dide beşdarbûna ciwanan di werzîş de xurtir bike û jêhatîyên wan pêş bixe.
PÊŞBIRKEK FUTBOLÊ YA CIWANAN LI KOBANIYÊ HAT LIDARXISTIN
