Meclisa Jinan a Sûriyê ji bo nîqaşkirin mafê mirovan li tevahiya Sûriyê komxebatek li bajarê Reqayê li darxist.
Panel bi serenavê ” Girîngiya Mafê Mirovan li Sûriyê ” hat li darxistin.
Bi dehan endamên saziyên sivîl, tevger û rêxistinên jinan, aktîvîstên sivîl û partiyên siyasî li navenda Meclisê ya li Reqayê beşdarî panelê bûn.
Di panelê de piştî deqeyek rêzgirtin, mijarên mîna rola sereke ya jinan di parastina maf û azadiyan de û têkoşna jinan ji bo avakirina civakek dadperwer û demokratîk hat gotûbêj kirin.
Beşdarên panelê diyar kirin ku bêyî rêzgirtina li mafên bingehîn, hesabpirsîna sûcdarên binpêkirinan, aramiya domdar nikare were bidestxistin.
Her wiha anîn ziman ku parastina mafên mirovan şertê binehîn e ji bo pêkanîna aştî, edalet û aramiya mayînde li welêt e.
Panel bi nîqaşan bi dawî bû.
