PÊŞANGEHA PIRTÛKAN A ŞEHÎD HEREKOL DI ROJA 4′EMÎN DE BERDEWAM E

Rojava Tv
1 Min Read

Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol di roja a 4`emîn de li hola Zana a li bajarê Qamişlo berdewam dike.

Desteya çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi hevkariya desteya Çandê ya Herêma Cizîrê, 6’emîn pêşangeha pirtûkan ya Şehîd Herekol li dar xist.

Di roja 4’emîn de, şagirtên dibistanên Qamişlo û kesayetên siyasî, hunerî ,rewşenbîr û şêniyên herêmê ,serlêdana 6’emîn a Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol kirin û pirtûk wergirtin.

Di roja 4’emîn a pêşangehê de çalakiyên Îmzekirina pirtûkan, çalakiyên huner û mûzîkê her wiha pêşbaziyên çandî û wêjeyî hatin lidarxistin.

Tê payîn ku wê pêşangeh heta 29’ê Cotmehê berdewam be.

Share This Article