Ji bo xurtkirina asta jinên ciwan di werzîşê de, desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê tîmeke Basketbolê ya jinan ava kiriye.
Berpirsa Ofîsa Werzîşê ya Herêma Firatê Xunav Elî ji Rojava TV re ragihand ku ev tîm beriya du mehan hate avakirin û 10 jinên ciwan tê de beşdar in.
Her wiha aşkere kir ku dê di demên pêş de tîma wan beşdarî gelek çalakî û turnuvayan bibe.
Di dawiyê de Berpirsa Ofîsa Werzîşê ji tevahî jinan xwest ku beşdarî çalakiyên werzîşî bibin.
DESTEYA CIWAN Û WERZÎŞÊ TÎMEKE JINAN YA BASKÊTBOLÊ LI KOBANÊ AVA KIR
