Li Helebê jî di rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan, semînerên cûda hatin li darxistin.
Semîner ji aliyê Yekîtiya Jinên Êzîdî, Ofîsa jinê ya TEV DEM û Tevgera Hîlala Zêrîn ve li cihên cûda hatin orgenîzekirin.
Bi dehan jinên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, Tevgerên Jinan, endamên Saziyên Sivîl û Partiyên Siyasî beşdarî semîneran bûn.
Di semîneran de mijarên mîna Rêbazên Parastina Jinan û awayê bi destxistina mafên xwe, Xurtkirina rola jinan di nava civakê de û zêdekirina hişyariya civakan ji tundiya li dijî jinan re hatin nîqaşkirin.
Beşdaran tekez kirin ku ji bo ku jin li her derê azad bibe û tundiya li dijî wan bi dawî bibe, ew ê her dem di nava têkoşînê de bin.
Semînerên li Helebê bi berzkirina diruşmeya ” Jin Jiyan Azadî ” bi dawî bûn.
