ÎNSIYATÎFA GEL HETA NIHA 892 HEZAR ÎMZE KOMKIRIYE

Rojava Tv
2 Min Read

Însiyatîfa Gel di çarçoveya kampaniya komkirina îmzeyan de ji bo bidawîkirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan zêdetirî 892 hezar îmze li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê kom kiriye.

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koordîneya Însiyatîfa Ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê di 22`yê Çileyê de Kampaniya komkirina îmzeyan ji bo bidawîkirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan, ragihand.

Komîteyên têkildarî Kampaniyê ragihandin ku heta niha zêdetirî 892 hezar îmze li ser asta bakur û rojhlatê sûriyê hatiye komkirin.

Li kantonên efrîn û şehbayê Însiyatîfa Gel derdora 30 hezar û 460 îmze li ser asta bajar, navçe û bajarokên her du kantonan komkirine.

LI TEBQAYÊ li gorî endamê Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Tebqayê Mehmûd El Îsa zêdetirî 100 hezar îmze li navçe û gundên girêdayî bajêr hatin komkirin.

Li gorî hevserokê encumena Giştî ya Reqayê Lûey El Îsa li bajêr û gundewarê wê zêdetirî 170 hezar îmze hatine komkirin.

Li ROJAVA û rojhilatî DÊRAZORÊ jî berpirsên rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê ragihand ku derdora 6 hezar û 361 îmze hatina komkirin.

LI KANTONA KOBANÊ JÎ, hevserokê encumena Kantonê Mistefa Îto diyar kir ku zêdetirî 51 hezar îmze hatine komkirin.

Berdevka Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a MINBICÊ Asya El Hisên jî ragihand ku heta niha zêdetirî 120 hezar îmze li Minbicê hatine îmzekirin.

LI KANTONA HESEKÊ, 200 hezar kes li gund, bajarok, navçe û bajarên kantonê tev li hemleya îmzeyan bûn.

LI KANTONA QAMIŞLO, zêdetirî 215 îmze li gund, bajarok, navçe û bajarên kantonê hatine komkirin.

kampaniya komkirina îmzeyan dê heta 15`ê Sibatê berdewam be.

Share This Article