Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol di roja xwe ya 7’emîn de bi belavkirina 34 xelatên sembolîk û xelatên xwînerê herî baş û serdêrê herî baş, bi dawî bû.
Roja 7’emîn û ya dawîn a Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a li hola Zana ya Qamişlo, bi serdana şagirt û xwendekarên dibistan û zanîngehan û endamên saziyên civaka sivîl bi dawî bû.
Doh şahiya bidawîbûna pêşangehê hat lidarxistin.
Di şahiyê de dayika şehîd Herekol keda organîzekerên çalakiyên çandî spas kir û lidarxistina pêşangehê diyarî ruhê şehîd kir.
00005
Her wiha Dayika şehîd helbestek ji kultûra herêma Koçerat li ser şehîd Herekol jî xwend.
Di pêşangehê de axaftin hatin kirin û pêşangeh wek “destkeftiyeke çandî” hate bi navkirin.
Piştî axaftinan, 34 xelat li weşanxane, pirtûkxane, xwîner, serdêr, yekîtî û saziyên çandî yên xwecih hatin belavkirin.
Her wiha Pirtûka nivîskar Arşek Beravî ya bi navê “Wêjeya Kurdî” hat îmzekirin.
Pêşangeh bi rêjeyeke baş a serdêran hemwextî kêmkirina nirxên pirtûkan, bi dawî bû.
7’emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker 2 caran hat derengxistin û di 28’ê vê Cotmehê de bi 4 rojan li şûna 8 rojan bi dirûşma “Xwendin Ronahî ye” li dar ket.
60 weşanxane û saziyên çandî, ji wan 24 ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê û 37 ji deverên din ên Sûriyê, Urdun, Lubnan, Misr, Başûrê Kurdistanê û Îtalyayê beşdar bûn.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku sala borî hejmara weşanxaneyên beşdar ên xwecih û cîhanî tenê 51 bûn.
Hejmara sernavên di pêşangehê de jî 14 hezar û bi 140 çap bû ku bi zimanên Kurdî (Kurmancî, Soranî û Zazakî), Erebî, Farsî, Tirkî, Îngilîzî û Fransî li ber dest bûn.
