Karmendên saziyên Rêveberiya Xweser ku li zanîngeha Kobanê dixwînin, îro ezmûnên xwe pêşkêş kirin.
Piştî zanîngehên herêmê derfet dan xwendekarên ku ji ber rewşê navber dabûn xwendina xwe, xwedekaran dest bi ezmûnên xwe kirin.
Îroj li zanîngeha Kobanê 63 xwendekarên beşa ziman û wêjeya kurdî ezmûnên xwe pêşkêş kirin.
Beriya çend rojan jî xwendekarên beşa zimanê Îngilîzî ezmûnên xwe pêşkêş kirin.
Di demeke nêz de wê dewreyeke nû ji karmendên rêveberiya xweser re were vekirin , û di nav de dê beşên Mafnasî, Mamosteyê refê, Biyolojiya , Ziman û wêjeya erebî her wiha Ziman û wêjeya Îngilîzî hebin.
KARMENDÊN RÊVEBERIYA XWESER EZMÛNÊN XWE LI ZANÎNGEHA KOBANÊ PÊŞKÊŞ DIKIN
