LI MINBICÊ PERWERDEYEK JI BO ZAROKÊN ŞEHÎDAN HAT VEKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Encumena Malbatên Şehîdan a Minbicê bi hemahengiya li gel komîteya perwerde û fêrkirinê, dewreyeke perwerdeyê ji bo zarokên Şehîdan vekir.
Armanca vekirina dewreyê ku asta zarokên malbatên Şehîdan were bilindkirin.
Di dewreyê de xwendekar li ser tevahî materyalan tên perwerdekirin û waneyên pratîkî jî werdigrin.
Li gorî rêveberiya Encumena Malbatên Şehîdan, dê perwerde 30 rojî dewam bike û paşê dê xwendekar ezmûna dawiyê pêşkêş bikin.
Her wiha xwendekarên serkeftî dê bêne xelatkirin.

Share This Article