XWENDEKARÊN QONAXA AMADEHÎ EZMÛNÊN TEMAMKER PÊŞKÊŞ DIKIN

Rojava Tv
2 Min Read

Ji bo ku hin xwendekar kêmasiyên ku bi wan re di ezmûnên giştî de derketine, derbas bikin, Desteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewreyeke ezmûnên temamker ji wan re li dar xistiye.
Kamereya Rojava TV rêveçûna ezmûnan ji nêz ve şopand û ev rapor ji me re amade kir.

Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştî ku beriya demeke kurt encamên ezmûnên amadehî di şaxên xwe yên zanistî û wêjeyî de eşkere kir, biryar da ku xwendekar dikarin ji nû ve ezmûnên 3 metiryalan di bin navê ezmûnên temamker de pêşkêş bikin.

Pêvajoya van ezmûnan 6ê Tîrmehê dest pê kir û li gorî bernameya ku hatiye aşkerekirin wê di 10ê Tîrmehê de bi dawî bibe.

Di vê derbarê de rêveberê Komîteya Perwerdeyê ya bajarê Qamişlo Rênas Fetah behsa mekanîzmaya pêşkêşkirina ezmûnan kir.

Xwendekara bi navê Xada Hac jî got, ev ezmûnên temamker derfetê li pêşiya xwendekaran vedike û hêviya serkeftinê ji her kesî re xwest.

Desteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşketina hemû xwendekaran di jîngeheke perwerdehî ya saxlem de berpirsyariyê digre ser xwe

Her weha ji bo şopandina pirsgirêkên xwendekar û sektora perwerdeyê û çareserkirina wan kar dike.

Share This Article