Bi serpereştiya desteya Çand û Hunerê di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û bi hevkariya bi desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê de, pêşangeha 7’emîn a Ş.Herekol a pirtûkan di bin dirûşmeya ‘Xwendin Ronahî ye’ li hola Zana ya bajarê Qamişlo dest pê kir.
Di pêşangeha Ş.Herekol de 60 weşanxane û saziyên çandî yên xwecihî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha 37 weşanxane û saziyên çandî ji derve tevlê dibin.
Îsal hejmara weşanxane û saziyên çandî ji salên berê zêdetir in.
Pêşangeh dê 4 rojan dewam bike.
PÊŞANGEHA PIRTÛKAN A Ş.HEREKOL LI BAJARÊ QAMIŞLO DEST PÊ KIR
