Îro Li Qamişlo, Hesekê, Amûdê, Dêrik û Girkê Legê bi daxwaza serbestberdana dîlgirtiyan xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin.
Di xwepêşandanan de, wêneyên dîlgirtiyan hatin hildan û pankartên bi nivîsên “Em dixwazin tavilê dîlgirtî werin berdan”, hatin vekirin.
Îro li tevahiya bajarên Kantona Cizîrê û bajarê Kobanê xwepêşendan ji bo dîlgirtiyên ku di Meha çile de li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, bajarên Dêr Hafir- Reqa û Tebqa ji aliyê hêzên hukmeta veguhêz ve hatibûn dîlgirtin hate lidarxistin.
Li Qamişlo û di bin dirûşmeya “Em Şervanên Xwe Dixwazin” xwepêşandanek ji aliyê malbetên dîlgirtiyan li çerxerya Efrînê hate lidarxistin.
Beşdaran wêneyên şervanên xwe yên girtî û pankertên ku daxwaza berdana dîlgirtiyan dikin bilind kirin.
Di xwepêşandanê de malbatan ji bo serbest berdana zarokên xwe bang li aliyên têkildar kirin da ku çarenûsa zarokên wan bê zelal kirin.
Welatiyan diyar kirin ku ji du mehan ve tiştekî li ser xizmên xwe nizanin, ew yek bûye sedema fikaran ku tiştek bi wan hatibe.
Di çarçoveya peymana di navbera QSDˊê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, herî dawî 300 dîlgirtî ku ji bajarên Hesekê, Qamişlo, Kobanê, Efrîn, Dêrazorê, Şedadê û Helebê bûn di 19 Adarê de hatin berdan.
Li gel van amaran bi sedan dîlgirtyên din hene ku çarenûsa wan hîna ne diyar e.
