PÊKHATEYÊN HESEKÊ, HOL, TIL BIRAK Û ŞEDADÊ BI MITÎNGEKÊ KOMPLO ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Pêkhateyên Hesekê, Hol, Şedadê û Til Birakê bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê mitîngek li dar xistin.

Mitîng li Qada Azadî ya bajarê Hesekê bi beşdariyeke mezin hate lidarxistin.

Qada mîtîngê bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên “Bi têkoşîna gel em ê pergala Îmraliyê hilweşînin” û “Em ê roja reş veguherînin roja azadiya Rêber Apo” hate xemildanin.

Di mîtîngê de ji rêveberên Meclisa Kongra Star a bajarê Şedadê Emîra Seîd û Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl axivîn.

Axêveran gotin, çareserî bêyî Rêber Abdullah Ocalan pêk nayê û divê Rêber APO were azadkirin.

Mîtîng bi berzkirina dirûşmên şermezarkirina komploya navneteweyî û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

Share This Article