Bi sedan şêniyên kantona Firatê cenazeyê şehîd Hesen li goristana şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê oxir kirin.
Piştî deqeyekê rêzgirtinê, hevseroka Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê Almaz Romî axivî û got: “Em bi saya van şervanan li vir in û em ê bi saya wan jî bighêjin serkeftinê.”
Dûra jî hevserokê Meclîsa Bajarê Sirînê Ebdulrehman Şêx Demir axivî û got: “Rêber Apo ji me re nexşeriya azadiyê daniye û em ê heta dawiyê li ser wê rêkê bin.
Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.
Di dawiya merasîmê de girseyê cenazeyê şehîd li goristanê veşart.
