LI ZANÎNGEHA EL- ŞERQ A REQAYÊ EZMÛNÊN DAWIYA SALA XWENDINÊ DEST PÊ KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Xwendekarên Zanîngeha El- Şerq a bajarê Reqayê dest bi pêşkêşkirina ezmûnan dikin û xwendekar diyar dikin ku proseya pêşkêşkirina ezmûnan di atmosfêreke erênî de bi rê ve diçe.

Xwendekarên Zanîngeha El- Şerq ya bajarê Reqayê ev çend roj in dest bi pêşkêşkirina ezmûnên dawiya sala xwendinê dikin.

Kamîreya Rojava Tv berê xwe da zanîngehê û atmosfêra pêşkêşkirina ezmûnan û moralên xwendekaran ji nêzîk ve şopand.

Xwendekarên zanîngehê diyar dikin ku proseya ezmûnan baş bi rê ve diçe û pirs bi dilê wan in.

Li aliyekî din, Rêvebira Fakulteya Zanistên Civakî Newroz Muslim jî anî ziman ku komîteyên ezmûnan pêvajoyê dişopînin û her roj xebatên xwe didomînin.

Hêjayî gotinê ye ku ezmûnên zanîngeha El-Şerq dê heta 25’ê vê mehê berdewam bikin.

Share This Article