PÊKHATEYÊN HERÊMÊ HEWILDANÊN DERXISTINA FITNEYÊ RED DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

derbarê hewildanên derxistina fitneyan li dêra zorê bertek û nerazîbûnên pêkhate û baweriyên li herêmê zêde bûn û teqezî bi biratiya gelan û jiyana hevbeş tê kirin

27’ê Tebaxê QSD’ê li ser banga şêx û rûspiyên Dêra Zorê operasyona Xurtkirina Ewlehiyê ji bo tunekirina şaneyên Daiş û girtina bazirganên madeyên hişbirê li gundewarê Dêra Zorê destpêkir û ev 10 rojin operasyon bi pêketineke bi lez û serkeftî dewam dike

Lê hin alî hewil didin ku fitneyê di navbera êlên Ereb hem jî pêkhateyên herêmê de derxin û weke şerekî taifî nîşan bidin

Derbarê van hewildanan de Ehmed Gulo dibêje hewildanên fitneyê bi armanca derxistina şerê birakujiyê ye lê ew hewildan têk diçin ji ber em kurd û ereb birayê hev ên dîrokî ne

Endamê kongra islama demokrat Mihemed Emîn Qasim jî dibêje pêkhateyên herêmê fitne û hewildanên têkdana jiyana hevbeş qet qebûl nakin û hevgirtina me her li pêş e

Rêveberiya Xweser li ser bingeha biratiya gelan û jiyana hevbeş hatiye damezrandin û di her saziyeke wê de Kurd ,Ereb , Siryan û tevahî pêkhateyên din cih digrin , heta branşên wê yên xwendinê bi 3’ê zimanên serke kurdî , erebî , siryanî ne

Share This Article