PATIYÊN SIYASÎ LI HESEKÊ BUHAYA GENIM RED KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Li bajarê Hesekê jî ji bo redkirina buhaya Genim ku ji aliyê Hikumeta Demkî ya Sûriyê ve hatiye destnîşan kirin, çalakiyek li darxist.

Bi dehan ji endamên Partiyên Hevdîtina Şêwirî, Partiya Komunîst a Sûriyeyê ya Yekgirtî û Partiya Îradeya Gel tev cotkarên bajêr li pêşiya avahiya Yekitiya Cotkaran beşdarî çalakiyê bûn.

Beşdarên çalakiyê biryara buhaya kirîna genim ji Cotkaran red kir û diyar kir ev biryar ne li gorî lêçûnên çandiniyê ye û gefê li siberoja çandiniyê û ewlehiya xurekê dixwe.

Her wiha beşdaran anîn ziman ku Parastina welat ji bertekên gel zehmet e were kontrokirin, ji ber ku jiyana beşek berfireh a civaka Sûriyeyê eleqedar dike.”

Beşdaran di dawiyê de bang li aliyên têkildar kirin ku biryarê li ber çavan bigirin û buhaya kirîna genim bilind bikin.

Share This Article