Şaredariya gel a kantona Reqayê bi armanca zêdekirina rûbera keskatiyê û ciwankirina dîmenên bajêr dest bi porojeyeke nû kiriye.
Şaredarî di vê projeyê de daran li kolan û rêyên bajêr diçîne û heta niha jî berdewam dike.
Bi armanca zêdekirina rûbera keskatiyê û belavkirina xweşiyê li nava herêmê, şaredariya gel a kantona Reqayê hewildanên xwe didomîne û her tim projeyên xizmetguzariyê li dar dixe.
Niha jî şaredariyê dest bi projeyeke nû kiriye ku dar û gulan di nava rêyên kantonê de diçîne.
Çavdêrê Giştî yê Ofîsa Baxçe û Daristanan ya şaredariya gel a kantona Reqayê Mahir Şawîş diyar kir, beşekî mezin ji projeyê hatiye pêkanîn û heta niha jî çandiniya Her wiha Hevserokê Desteya Jîngehê Yê kantona Reqayê Arif Muslim jî anî ziman ku çandina daran bandorên erênî li jîngehê dike û xweşikbûnê dide bajêr.
