KONGRA STAR DERBARÊ 25’Ê MIJDARÊ DE CIVÎNEK LI HESEKÊ LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Kongra star di çarçoveya rêze çalakiyên bi boneya 25’ê mijdarê de, civînek bi dirûşmeya bi felsefeya jin jiyan azadî xwe biparêze, li bajarê Hesekê li dar xist.

Endam û nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û şervanên YPJ’ê beşdarî civînê bûn.

Di civînê de endama desteya rêveber ya Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Omer axivî û got, li seranserî cîhanê di encama hişmendiya baviksalarî de tundîya li dijî jinan zêdetir dibe.

Her wiha da zanîn ku, ji bo avakirina hişmendiyeke demokrat û civakeke azad, pêwîst e paradîgmaya Neteweya Demokratîk were serwerkirin.

Beşdarên civînê jî tekezî bi bilindkirina asta berxwedanê kirin û gotin divê ti carî serî neyê tewandin.

Civîn Bi xwendina nameya dawî ya çalakgera fedayî Asya Elî ku bi dawî bû.

Share This Article