WELATIYÊN KOBANÊ BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ YÊN LI DIJÎ GERÎLAYAN ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Welatiyên bajarê Kobanê û navçeya Til Temirê bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî gerîlayan şermezar kirin û piştgiriya berxwedaniya gerîlayan kirin.

Welatiyan daxwaza rawestandina kiryarên dewleta Tirk û avakirina komîteyeke serbixwe ji bo destpêkirina lêpirsînê, kirin.

Nerazîbûnên li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk li dijî gerîlayan bi kar tîne, berdewam in.

Îro bi hezaran welatiyên bajarê Kobanê xwepêşandanek li dar xistin û piştevaniya xwe ji bo berxwedaniya gerîlayan anîn ziman.

Beşdarên xwepêşandanê daxwaza rawestandina bikaranîna çekên kîmyewî kirin û bang li rêxistinên mirovî kirin ku erkên xwe bi cih bînin.

Têkildarî heman mijarê welatiyên navçeya Til Temirê jî bi daxuyaniyekê bikaranîna çekên kîmyewî qedexe kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrîşan dixwaze vîna gelê Kurd yê azadîxwaz ji nav bibe.

Her wiha hate piştrastkirin ku çiyayên Kurdistanê yên pîroz ji bo gerîlayan wargeh in û gerîla di wir de berxwedaneke dîrokî raber dikin.

Di heman demê de bang li rêxistinên mirovî û civaka navdewletî hate kirin ku li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî helwest nîşan bidin.

Di daxuayniyê de daxwaz hate kirin ku komîteyeke serbixwe bê avakirin û lêpirsîn di derbarê mijarê de dest pê bike.

Share This Article