PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ LIDARXISTINA QAŞO KONGIREYA NIŞTÎMANÎ ŞERMEZAR KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Partiya Sûriya Pêşerojê îro bi daxuyaniyekê şêweyê lidarxistina qaşo kongreya niştîmanî ya sûriyê şermezar kir.
Partiya Sûriya pêşerojê di daxuyaniya xwe de got, rêbazê lidarxistina qaşo Kongreya Diyaloga Nîştimanî ya Sûriyê ji aliyê komîteya erkdarkirî ve, nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyê nake.
Partiyê her di daxuyaniyê de tekezî li ser pêwîstiya vexwendina hemû aliyên siyasî û nûneratiya pêkhateyên Sûriyê çi siyasî, civakî û çi çandî be, kir.
Partiya Sûriya Pêşerojê di dawiya daxuyaniya xwe de got, ew dixwazin xebateke rasteqîn ji bo lidarxistina kongreyeke berfireh dikin, ku hemû beşên gelê Sûriyê tê de amade bibin, da ku siberojeke aram û aştiya ji Sûriyê re were avakirin.

Share This Article