Buroya Jin a Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro 2’mîn Festîvala Buharê ya bi navê “Jin bihara azadiyê şîn dike” li dar xist.
Festîval li ber Keleha Ceber a dîrokî, bi beşdariya şêniyên Reqa û Tebqayê, saziyên civaka sivîl û xwendekarên Zanîngeha El-Şerq dest pê kir.
Di merasîma festîvalê de piştî deqeyeke rêzgirtin, rêvebera Buroya Jin a Desteya Ciwana û Werzîşê axivî û bal kişand ser rola ciwanan, bi taybet jinên ciwan, di pêşxistina civakan de.
2’mîn Festîvala Biharê di nav xwe de gelek çalakiyên hunerî yên weke komên govendên yên kevneşop û xwarinên kevneşopî dihewîne.
Li gel wê dê di festîvalê de pêşbirkên werzîşî wekî “Perwerdehiya laş, Bisiklêt û Şetranc” werin lidarxisitin.
