ELEWIYÊN KOÇBERBÛYÎ BÛYERÊN BI ÊŞ ÊN LI BAJARÊ HUMSÊ DIQEWIMIN, VEDIBÊJIN

Rojava Tv
1 Min Read

Jinên Elewî yên koçberî bajarê Qamişlo bûne, xemgîniya xwe ya kûr ji ber bûyerên xwînî yên li bajarê Humsê li dijî malbetên wan diqewimin, anîn ziman.

Jinên Elewî goti: Rewş felaket e û kuştin bi hevkariya Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê û Wezareta wê ya Parastinê diqewimin.

Mîna qirkirina etnîkî ya ku li peravên Sûriyeyê û Siweydayê qewimîne, civakên Elewî û Ermenî ên ku li hin taxên Humsê bi cih dibin jî, vê dawiyê rastî heman kiryarên tundûtûjiyê tên.

Li Qamişlo, malbatên Elewî yên ku beriya demekê koçber bûne, bi bêsebrî li benda nûçeyekê ji xizm û malbetên xwe ne, hin jî di nava texmînan de ne ku pevçûn bilind bibin û bighêjin astên komkujiyên mezhebî.

Di hevdîtineke taybet ji Rojava TV re, jina Elewî “Emel Mihemed”, rastiya rewşa li Humsê, di nav de şewitandina taxan û malan de vegot û piştrast kir ku bi sedan malbat ji ber tirsa kuştinê, di malên xwe de asê mane.

Welatiyeke din a bi navê “Masa Idrîs” diyar kir ku yek ji nasên wê yên li Humsê ji wê re piştrast kir ku Hêzên Ewlehiya Giştî di nav kolanan de bi cih dibin, lê hebûna wan tenê şiklî ye.

Share This Article