RÊXISTINA SARA YA EFRÎNÊ TUNDIYA LI DIJÎ JINAN ŞERMEZAR KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Rêxistina Sara ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan ya Efrîn û Şehbayê bi boneya 25’ê mijdarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de tundî û binpêkitinên ku li dijî jinan pêk tên, hatin şermezarkirin.

Her wiha hat diyarkirin ku, li Rojhilata Navîn jin bi adetên civakî tên kolekirin û ji mafên xwe têne bêparkirin.

Di beşekî din de rêxistinê aşkere kir ku, li herêmên dagirkirî, jin rastî tevahî cureyên binpêkirinan tên.

Di dawiyê de Rêxistina Sara ya Efrîn û Şehbayê got, jin bi saya felsefeya Rêber APO hatin azadkirin.

Share This Article