PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ BI KOMXEBATEKÊ REWŞA SÛRIYÊ NÎQAŞ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Ofîsa Têkiliyên Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê îro derbarê rewşa dawî ya li Sûriyê, komxebatek li dar xist.
Komxebat bi sernavê “Sûriyê di dema borî û niha” de li xwaringeha Erd El Seîdê ya li bajêr li dar ket.
Hejmarek ji nûnerên partiyên Siyasî, çalakvan, tevger û rêxistinên Jinan beşdar bûn.
Di komxebatê de bixêrhatina beşdaran hat kirin, her wiha beş û naverokên komxebatê hatin nirxandin.
paşê Beşdar li ser grûpan hatin dabeşkirin û rewşa siyasî ya li sûriyê, rojhilata navîn û guhertinên herêmî û navdewletî hatin nîqaşkirin.
Di dawiya komxebatê de ji bo yekkirina hewldan û dîtinên bo pêşxistina rastiya siyasî û civakî li Sûriyê, pêşniyarên beşdaran hatin girtin.

Share This Article