Encumena Partiya Sûriya Pêşerojê ya Herêma Efrînê di bin Diruşma Ji bo Sûriyê bêyî projeya demokratîk çareserî nabe, Panelek li dar xist..
Panel li Hola Şehîd Axîn ya li kantona Şehbayê û bi amadebûna Encumena Partiya Sûriya Pêşerojê, nûnerên sazî û encûmen, şaredariyên Rêveberiya Xweser li Şehbayê , şêx û Rûspiyê Şehbayê hate li dar xistin..
Her wiha Di panelê de xalên sereke yên diyalogê hatin xwendin û hate gotin ku Projeya demokratîk navnîşana çareseriya gelê Sûriyê ye.
her wiha tê de nîqaş Der barê binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser xaka Sûriyê, hatin kirin..