Ofîsa Karûbarên Civakî a Meclîsa Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, bi hevrêziya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Helebê, çenteyên dibistanê û kelûpelên xwendinê li xwendekarên dibistanên seretayî belav kirin.
Di dema belavkirinê de, 1000 çenteyên dibistanê tevî kelûpelên xwendinê yên weke lênûsk, pênûs û û jêbir, hatin belavkirin.
Proseya belavkirinê li rêzedibistanên taxa Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zeyd, bi danên xwe yên sibê û nîvro, pêk hat.
Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Helebê diyar kir ku armanca vê înîsiyatîfê sivikkirina barê darayî yê li ser malbatan û bilindkirina moralê xwendekaran e.
Hêjayî gotinê ye ku tevî dorpêça ku ji hêla Hikûmeta Vegûhêz ve li ser her du taxan hatiye ferzkirin, perwerde û fêrkirin di bin çavdêriya Komîteya Perwerdehiyê de berdewam dike.
