Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên li Nerwêcê beşdarî çalakiya salane ya çandî ya li wî welatî bûn.
Kurdên Rojava xwarinên xwe yên gelêrî pêşkêşî civaka Nerwêcê kirin. Her wiha stranên kurdî jî hatin gotin.
Hevkarê me Selah Keştî ev çalakî şopand. Em bi hev re bibînin.
Li Nerwêcê salane rojên çandî tên lidarxistin û revendên cuda cuda yên li wî welatî beşdar dibin û çand û kultura xwe pêşkêş dikin.
Îsal revenda Kurd jî ya li Nerwêcê weke her salê bi pêşengiya komeleya Mahabad ya Kurdî beşdar bû.
Di çalakiyê de kurdên Rojavayê Kurdistanê xwarinên xwe yên gelêrî pêşkêşî civaka Nerwêcê kirin. Her wiha stranên kurdî jî hatin gotin.
Beşdarên çalakiyê behsa rêveçûna wê çalakiyê dikin.
Çalakî bi dilgermî û gerandina govendên kurdewarî bi dawî bû.
