PARÊZERÊN HESEKÊ RAKIRINA ZIMANÊ KURDÎ JI TABELEYAN ŞERMEZAR KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Yekitiya Parêzeran a Hesekê jî li hember rakirina zimanê Kurdî ji tabeleya Koşka Dadaweriyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, zimanê Kurdî beşek girîng e ji jiyana çandî û civakî ya Parêzgeha Hesekê û di bin biryarnameya Serokatiyê ya Hejmar 13 a 2026`an de, û her wiha benda 3`mîn a madeya 7`an a Danezana Destûrî de tê parastin.

Di daxuyaniyan de îşaret bi vê yekê hat kirin ku peymana 29`ê Çileyê nasnameya cihêreng a zimanê Kurdî gerantî kiriye û pêwîstiya rêzgirtina li vî mafî jî piştrast kiriye.

Parêzgeran di daxuyaniyê de diyar kirin ku çareserkirina vê pirsgirêkê diyalogek cidî û berpirsiyar hewce dike.

Parêzeran banga xurtkirina baweriyê di nav saziyan de û xurtkirina hevkariya dadperwer di çarçoveya dewleta Sûriyeyê û yekbûna saziyên wê de kir.

Share This Article