Meclisa rûspiyan a kantona cizîrê bi hevkariya hêzên ewlekariya hundirîn û buroya têkiliyan a QSD’ê JI BO nîqaşkirina geşedanên siyasî, civîneke berfireh bi şêx û rûspiyên kurd û ereb ên herêmê re li dar xist.
Civîn li hola nicûm a bajarê hesekê bi beşdariya şêx û rûspiyên kurd û ereb her wiha nûnerên tevahî pêkhateyên herêmê birêve çû.
Civîn bi nirxandina rewşa sûrî û herêmê piştî ketina rêjîma beis’ê hate destpêkirin û destnîşan bi piştgiriya gelê herêmê ji rêveberiya xweser û QSD’ê re li hember hewildanên derxistina fitneyê hate kirin.
Paşê beşdaran nêrînên xwe parvekirin û banga yekîtiya niştîmanî û yekkirina sûriyê her wiha banga diyaloga sûrî sûrî kirin.
RÛSPIYÊN HERÊMÊ LI HESEKÊ GEŞEDANÊN SIYASÎ NIRXANDIN
