RÊXISTINA NÛDEM JI BO KESÊN XWEDÎ PÊDIVIYÊN TAYBET DAXUYANIYEK DA

Rojava Tv
1 Min Read

 

Bi boneya roja cîhanî ya kesên xwedî pêdiviyên taybet Rêxistina Nûdem a piştgiriya kesên xwedî pêdiviyên taybet daxuyaniyek li dibistana Şehîd Diyar ya bajarê Qamişlo da.

Rêxistina Nûdem di daxuyaniya xwe de got, Ev roj me bibîr tîne ku astengdarî ne nexweşî ye lê taybetiyeke cuda ye hêja ye ku em wan destek bikin û rêzgirtinê ji wan re bigirin.

Rêxistinê anî ziman ku Hevalên me yên xwedî pêdiviyên taybet ew beşek giring in ji civakê û wan xwe bi îradeya xwe bi pêş xistine.

Rêxistina Nûdem di dawiyê de got Her sal bi xêr be ji bo hemû kesên xwedî hêz û taybetiyên cuda, her sal em bi hev re jiyaneke bi rûmet û rêzdarî bijîn.

Share This Article