PANÊL JI BO PÊŞXISTINA XEBATA SIYASÎ DI NAVBERA MSD’Ê Û TEVGERA NÛKIRINA KURDISTANÊ DE

Rojava Tv
1 Min Read

bi armanca aktîvkirina rola aliyên siyasî yên di bin siya MSD’ê di prosesa siyasî ya Sûriye li gorî şert û mercên heyî , Buroya Têkiliyên Meclisa Sûriya Demokratîk û Tevgera Nûjen a Kurdistanê bi dirûşma “Rêyên pêşxistina kar di navbera MSD’ê û aliyên siyasî de” panêle lidarxistin.

Panêl bi amadebûna rêveberên MSD’ê û endam û serokên Tevgera Nûjen a Kurdistanê hate lidarxistin.

Ji xalên girîng ku MSD’ê ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê de di panelê nîqaş kir, ragihandina agirbestê, derxistina hêzên biyanî ji Sûriyê, rakirina dorpêçê li ser hemû herêmên Sûriyê, redkirina her guhertineke demografî li Sûriyê, bidawîkirina dagirkeriyê bûn.

panêl bi hin pêşinyaran bi dawî bû ew jî pêşniyaran bi dawî bû ew jî divê Partiyên siyasî berpirsyariyên xwe li hember herêmê hildigirin, pêwîstiya aliyên siyasî bi rola xwe ya siyasî, civakî û çandî û birêxistinkirina civakê bilîze.

Share This Article