OPERASYONA ASAYÎŞA JIN Û YPJ’Ê YA LI KAMPA ROJ BI PAQIJKIRINÊ DEWAM DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin bi piştgiriya YPJ’ê di roja duyem a operasyona li Kampa Roj de 6 çeteyên şaneyên DAIŞ girtin.

Operasyona ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn- Jin bi hevkariya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê li dijî şaneyên DAIŞ’ê yên li Kampa Roj a Dêrikê dan destpêkirin di roja duyem de bi paqijkirinê dewam dike.

Di roja duyem a operasyonê de 6 çeteyên şaneyên DAIŞ hatin girtin, her wiha alavên ku şaneyên DAIŞ bi rêya wan hewl didan bi şaneyên ji derve re têkilî deynin hatin destserkirin.

Armanc ji operasyona li Kampa Roj parastina gelê herêmê, şopandin û girtina şaneyên razayî yên DAIŞ’ê ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di kampa Roj de 783 malbatên DAIŞ’î hene, ji wan 15 malbatên Sûrî û 28 malbatên Iraqî ne, her wiha yên din jî ji welatiyên biyanî ne.

Share This Article