OFÎSA PERWERDEYÊ YA BAJARÊ HELEBÊ PANELEK DERBARÊ 14’Ê TÎRMEHÊ DE LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Bi boneya roja 14’ê Tîrmehê, “Roja Berxwedana Zindana Amedê” Ofîsa Perwerdeyê ya bajarê Helebê, panelek li taxa Şêxmeqsûda Xerbî li dar xist.
Panel li eywana 8’ê Adarê bi amdebûna bi dehan ji endamên komînan, saziyên sivîl, meclîsa giştî ya taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, Kongra Star û Meclîsa Malbatên Şehîdan li dar ket.
Panel bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan dest pê kir, piştre rêveberê ofîsa perwerdê Heyder Reşîd pêşwaziya mêvanan kir û 14’ê Tîrmehê “Roja Berxwedana Zindanan” ji beşdaran re zelal kir.
Beşdaran di dawiyê de tekezî li ser vejandina rihê berxwedana 14’ê Tîrmehê kirin.

Share This Article