Di çarçoveya rêze çalakiyên bi boneya 8’ê Adarê de, jinên kantona Dêrazorê dest bi lidarxistina çalakiyan kirin.
Jinên Dêrazorê di bin dirûşmeya ”bi Felsefeya jin jyan azadî ber bi sûriyeke demokratî” ve kolanên bajarê xwe dixemilînin û wêneyên şehîd jin bi cih dikin.
Jinan hemû kolanên sereke bi xemlên rengîn girê dan û tekezî li ser xurtkirina rêgezên pergaal bihevrejiyanê kirin.
Her wiha di rojên pêş de dê çalakiyên cur be cur bêne organîzekirin.
